Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) CENTCOM’ê roja duşemê daxuyanî da û ragihand ku wan li başûrê Îranê êrîşî hin hedefên leşkerî kiriye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêmanên ku gef li ewlehiya leşkerên DYE’yê dixwarin, hatin hedefgirtin.
Di daxuyaniya CENTCOM’ê de hate bilêvkirin ku hêzên DYE’yê li dijî gefên hêzên Îranê bi armanca parastina yekîneyên xwe, li başûrê Îranê êrîşên “parastina rewa” pêk anî û hate gotin, “Di nava hedefan de sahên fuzeyan û keştiyên Îranê yên ku hewl didan mayinan bi cih bikin, hebûn.”
Artêşa DYE’yê her wiha îdîa kir ku ew di pêvajoya agirbestê ya didome de ‘bi îtîdal tevdigerin’.
PEYAMÊN MUZAKEREYÊ
Aliyan ragihandibû ku di hevdîtinên ji bo lihevkirineke muhtemel de pêşketin çêbûne.
Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio li bajarê Jaipur ê Hindistanê daxuyanî da rojnamevanan û got, îhtîmala lihevkirina bi Îranê re hîna pêkan e.
Rubio ev tişt jî got, “Îro li Qatarê hin hevdîtin hatin kirin. Em ê bibînin ka wê pêşketin çêbibe yan na. Hevdîtin di rêjeyeke mezin de li dora îfadeyên tam ên metna destpêkê, dizivire, lewma dibe çend rojan bidome.”
Rubio diyar kir ku Serokê DYE’yê têkildarî lihevkirinê bi xwestek e û ev tişt anî ziman, “Yan wê lihevkirinek çêbibe, yan jî qet çênabe.”
TRUMP: ÎRAN TI CARÎ NABE XWEDÎ NUKLEERÊ
Serokê DYE’yê Donald Trump jî 25’ê Gulanê di merasîma Memorial Day a li Goristana Neteweyî ya Arlington hate lidarxistin de, têkildarî Îranê peyamên tund da.
Trump 13 leşkerên DYE’yê yên ku di şerê li dijî Îranê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, ev windahî hatine dayîn ji bo ku Îran nebe xwedî çeka nukleer.
Serokê DYE’yê got, “Îran ti carî nabe xwedî çeka nukleer.”
HÛRGÛLIYÊN LIHEVKIRINA MUHTEMEL
Hûrgûliyên têkildarî lihevkirineke muhtemel a navbera DYE û Îranê jî, zelal bûn. Aliyê Îranê îdîa dike ku di muzakereyên heyî de “ji bo niha” dosyaya nukleer rasterast cih nagire, ev wê di hevdîtinên cuda de were nirxandin.
Li gorî çapemeniya Emerîka jî, di navenda muzakereyên demdirêj de meseleya ku Tehran divê di asta bilind de dest ji uranyuma dewlemendkirî berde, heye.
Li aliyê din jinûve vekirina Kendava Hurmuzê jî, yek ji sernavên krîtîk e. Trump di daxuyaniya xwe ya dawiya hefteyê de bal kişand ser lihevkirineke ku pêşbînî dike kendav jinûve were vekirin. Lê medyaya Îranê diyar dike ku kontrola li ser derbasbûnê, wê di destê Tehranê de bimîne.
Rêveberiya Tehranê her wiha rakirina pêkanînên DYE’yê weke yek ji şertên esas di rojevê de digire. Rayedarên Îranî îfade dikin ku di qonaxa destpêkê de eger hin fon neyên dayîn, lihevkirin ne pêkan e.